PeyamaKurd - Saziya “Intel Lab” ragihandiye ku Îranê li Bexteran a nêzîkî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê dest bi avakirina binkeyeke jêrzemînî ya moşekên balîstîk kiriye.
Intel Lab diyar kiriye, heft meh bûn ku Îranê çalakiyên xwe yên avakirina wê saziya jêrzemînî ya moşekên balistîk rawestandibû, lê belê ji destpêka meha Tebaxê ve hatin û çûnên bo wê navendê gelek zêde bûne û kolandina tunelan û danîna xîmên betonî hatine destpêkirin.
Intel Lab ragihandiye, wan ew zanyarî di rêya satelîtê ve bidest xistine û nirxandin jê re kirine û diyar kiriye, du tunel li navçeyên çiyayî hatine kolandin, ku 250 metran di bin çiya de ne û 550 metran jî derbasî nav çiya bûne.
Li gor rapora “Navenda James Martin Bo Lêkolîna Programên Atomî” jî Îranê li Rojhilatê Kurdistanê binkeyên moşekî ava kirine.
Hêjayî gotinê ye, binkeya moşekî ya Baxteran li Kirmaşanê binkeya herî hestyar e û Supaya Pasdaran bi du cûre sîstemên berevaniyê yên pêşketî tê parastin.
Ev pêngava Îranê di demeke ku çalakiyên xwe yên atomî zêde kirine de pêk tê ku hevdîtinên Vîyenayê yên peymana nukleerî jî rawestiya ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin