COVID19 | 10 wefat û 1421 pêketiyên nû hatin tomarkirin

COVID19 | 10 wefat û 1421 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de 1421 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê herwiha eşkere kir ku di 24 saetên borî de 1215 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 328118 kesan, ya mirinan bû 5819 kes û heta niha 294182 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin