PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tevgera Sedr roja Çarşema pêşiya me, bangeşeya xwe ya hilbijartinê radiwestîne.
Li ser hesabê Twitterê yên Tevgera Sedr û Hevpeymana Saîrûn a Muqteda Sedr seroktiya wê dike hatiye belavkirin, bi sedema ku roja Çarşemê salvegera wefata Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed e ew xebatên xwe yên hilbiartinê di wê rojê de radiwestînin.
Herwiha YNK û Tevgera Goran ku wekî hevpeymanî beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin jî bi sedema ku Îro 3yê Cotmehê salvegera wefata Mam Celal e bangeşeyên hilbijartinê nakin.
Biryar e hilbijartinên pêşwext ên Iraqê 10ê Cotmehê bêne kirin ku mafê 24 milyon û 299 hezar hemwelatiyan heye dengên xwe bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin