PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro roja li merasîmeke Enkawe axivî û diyar kir, bajarokê Enkawe dibe navçe û ev jî berpirsiyaretiya zêdetir dixe ser berpirsên vê navçeyê.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Gelekî kêfxweş im ku careke din bi hatim serdana Enkaweyê dikim ku niha bûye navendekî girîng ji bo pêkvejiyana ayînî û komelayetî û cihê aştiyê û bû navendek ji bo wan xuşk û birayên me yên mesîhî ku ji ber her sedemekê ji cih herêmên xwe yên din ê Iraqê nikarîne bimînin û hatine vir û li vir niştecî bûn.
Bajarokê Enkawe yek ji wan bajarokan e ku em dibinin roj bi roj pêşweçûna zêdetir lê pêk tê û mezintir dibe. Em jî bi navê hikûmetê hatine vir û ji we re radigîhînin ku cenabê wezîr û parêzgar û encûmena parêzgeha Hewlêr erkdar dikin ji bo nahyeya Enkawe bibe bi navçe heta ku piştre bikaribin xizmeta zêdetir a niştecihên vê navçeyê bikin.
Hêvî dikim hûn hemû serkeftî bin, ya ku ji destê me jî bê em ê alîkariya we bikin. Lêbelê bêguman em berpirsyarêtiya zêdetir dixe ser berpirsên navçeyê ku ji hemû aliyekî ve hewla xizmetkirina şêniyên vê navçeyê û Hewlêrê bi giştî û hemû Kurdistanê bidin.
Ez careke din pîrozbahiyê li xelkê bajarokû Enkawe û Hewlêr û hemû Kurdistanê dikim, hêvî dikim roj bi roj pêşketina zêdetir lê pêk were.
Careke din destxweşiyê li we dikim û gelekî spas.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin