Fermangeha Medya û Zanyariyan: Rêzê li erkên hev du bigirin

Fermangeha Medya û Zanyariyan: Rêzê li erkên hev du bigirin

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyan bi daxuyaniyekê, daxwazê ji hêzên ewlehiyê û rojnamevanan dike, di dema birêveçûna proseya dengdanê de, rêzê li erkên hev du bigirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan di daxuyaniyekê de dan zanîn, di roja 10ê Cotmeha 2021ê, wê proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê birêve biçe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rewangeha baweriya bi rola girîng a medyayê di çavdêrîkirina proseya hilbijartinê û romalkirina vê proseya demokratîk, daxwaz ji hemû dezgehên ewlehiyê dike, rêzê li karê medyakaran birgirin û hevkariya wan bikin û di çarçoveya rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, serederiyê bi tîmên ragihandinê re bikin, ji qonaxa dengdanan taybet û giştî û cudakirina dengan jî, zemînê xweş bikin, ta ku medyakarên navxwe û derve jî bi awayekî azad û pîşeyane karên xwe encam bidin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan, daxwaz ji medyakar û rojnamevanan jî dike, di çarçoveya heman rênimayan de tevbigerin û rêzê li erkê hêzên ewlehiyê bigirin ku ji bo parastin û serkeftina proseya hilbijartinê, aramî û ewlehiyê di erkê xwe de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin