Îro li Tataristanê balafirekî ket: 16 mirî

Îro li Tataristanê balafirekî ket: 16 mirî

PeyamaKurd – Li Tataristanê balafira ku 23 kes tê de bûn ya tîpa AN-L-410 ji bajarê Menzelinskê piştî bi hewa ket, zêde neçû û ket. Di encamê de 16 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Di nav balafirê de 21 paraşûtvan û 2 muretebat hebûn.

Li ser ketina balafira biçûk tîmên îtfaiyê, ambulans û têmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê. Sedema ketina balafirê nehat zanîn lê ji ber ku ciyê 19 kesan tê de hatiye danîn, dibe ji ber zêdebarkirina rêwiyan ketibe.

Xebata rizgarkirin û ya lêgerîna ji bo dîtina kesên di balafirê de dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin