PeyamaKurd – Rêvebiriya hilbijartinan ya PDK ê ragihand ku di hilbijartinan de 28 îhlalan tesbît kirine û li gelek deveran ji bo hilbijêrên PDK ê astengiyan derxistine û eger ne ji van bûyeran buya, wê PDK 35 parlementeriyan qezenc bikira.
Berpirsiyarê rêvebiriya hilbijartinê yê PDK ê Hawar Muhammed ji bo K24 ê ragihandiye ku di hilibjartinê de 28 îhlalan tesbît kirine û her weha li Halepçe, Silêmaniye, Raperîn, Diyala û Kerkûkê jî îhlalên cuda çêbûne. Rêvebir Muhammed ragihand ku li deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de hilbijêrên PDK ê hatine astengkirin û weha dewam kir:
“Eger ne ji astengiyan bûya, wê PDK di parlementoya Iraqê de 35 kursiyan bidest bixista. Bi taybetî li Şengal, Kerkûk, Xaneqîn û Diyala hilbijêrên PDK ê bi sistematîk ber li wan hatiye girtin, di roja hilbijartinê de, bi taybetî li ser rêyan noqteyên kontrolê hatine danîn û nehiştine xelk here ser sindoqan.
Tevî berlêgirtinan, li Kerkûk û Mûsilê PDK 11 kursiyan bidest xistiye.”
Berpirsê leqa 15 ê yê PDK ê Şêrko Tewfîq jî ragihandiye ku PDK heya niha 28 îhlalan tesbît kiriye û îhlalên nû jî tên tesbîtkirin. Tewfîq ragihandiye ku bi taybetî li Şengal û Mûsilê, mîlîs li gelek ciyan ber li hilbijêrên partiyê girtine û wan asteng kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin