Amerîka û Yunanistanê peymaneke berevaniya hevpar îmza kirin

Amerîka û Yunanistanê peymaneke berevaniya hevpar îmza kirin

PeyamaKurd – Amerîka û Yunanistanê, ji bo hevkariya xwe ya berevaniya demdirêj nû bikin, do peymaneke berevaniya hevpar îmza kirin.

Peymana Hevkariya Berevaniya Hevpar ya Amerîka û Yunanistanê (MDCA) destûrê dide hêzên Amerîkî ku ji 1990an vir ve, di nav axa Yunanîstanê de perwerde û kar bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir, MDCA bingeha hevkariya wan ya berevaniyê ye.

Hevdem, wî eşkere kir, peyman wê rê bide hevalbendên NATOyê ku ewlehiya li herêma Rojhilat ya Deryaya Spî û derveyî wê pêş ve bixin.

Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, di merasîmeke de peyman bi hevre îmza kirin.

Blinken eşkere kir: "Li Yunanistanê çend bingehên leşkerî yên Amerîka hene û ev yek rê bide ku ev peymanên berevanîyê heya û heya di merîyetê de bimîne."

Nikos Dendias jî da zanîn, pabendbûna Amerîka ya bi Yunanistanê re destnîşan dike ku her du welat bi biryar in ku serwerî û yekîtiya axa hev biparêzin.

Ev peyman çend hefte piştî ku Yunanistanê peymaneke nû ya berevanîyê bi Fransayê re îmza kir hat, ku di rewşek gefek derveyî de her du welat alîkariya hev bikin. Lê, ev peyman aloziyên zêde yên bi Tirkîyê re gûr kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin