PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ku Hevpeyamiya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ragihand, du fermandarên pilebilind ên Hûsiyên bi ser Îranê ve hatin kuştin.
Artêşa Yemenê li ser medya civakî ragihandiye: "Cîgirê Sererkanê Hûsiyan Ebu Salih el-Meddani û kesên ligel wî li bajarê Maribê di eniya şer de hatin kuştin.”
Herwiha hat diyarkirin ku fermandarekî din ê Hûsiyan Muhammed el Bennus jî Maribê hatiye kuştin.
Hûsiyan derbarê kuştina her du fermandarên xwe di ti daxuyaniyek belav nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin