Kiliçdaroglu bi peyamekê daxwaza civîneke bilez kir

Kiliçdaroglu bi peyamekê daxwaza civîneke bilez kir

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ji ber zêdekirina bihayê benzîn û mazotê, bi peyamekê daxwaza civîneke bilez li şaredariyên partiya xwe û beşdarên sektora enerjiyê kir.

Li Tirkiyê piştî bihayê dolar li beramber lîreyê Tirkî zêde bû, bihayê benzîn û mazotê di mehekê de 3 caran hat zêdekirin. Ji 19ê Cotmehê ve mazot jî 23 quruş (3 sent) tê zêdekirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser vê mijarê peyamek belav kir û banga xwe ya avakirina fonekê dubare kir.

Kiliçdaroglu eşkere dike: “Bihayê sotemeniyê dîsa hat zêdekirin. Pêwîst e bilez Fona Zivistana Reş bê avakirin. Ez ê sibe ji hemû beşdarên sektora enerjiyê û şaredariyên me re nameya vexwendinê bişînim. Divê em bilez bicivin û bi hev re li ser bifikirin ka dikarin ji vî gelî re çi bikin. Xelkê me bi çarenûsa xwe re rûbirû hatiye hiştin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 16ê Cotmehê jî bihayê benzînê 40 quruş (5 sent) û mazotê jî 41 quruş (5 sent) hatibû zêdekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin