YE Tirkiyê li Suriye wek hêzek dagirker dinirxîne

YE Tirkiyê li Suriye wek hêzek dagirker dinirxîne

PeyamaKurd – Komisyona Yekitiya Ewropayê, her sal raporeke bi navê “Rapora Welata” . Li ser vê qala rewşa siyasî û darayî ya welatan dike û helwesta YE dide kifşkirin. Rapora ku sala 2021ê hatî eşkerekirin de, heyîna Tirkiye li Suriye wek hêzek dagirker dinirxîne. Ev cara yekeme kû YE Tirkiyê li Sûriye wek hêzek dagirker dinirxîne.

Herwiha di raporê de tê eşkerekirin, siyaseta Tirkiye ya di demên dawî de, bi rêve dibe li gel siyaseta Yekitiya Ewropa nagunce.

YE bi tundî Tirkiyê rexne dike û dide xuyakirin, hêzên çekdarên Tirkiyeve girêdayî li bakurê Sûriye hemû awayî mafê mirova binpê dikin. Divê Tirkiye li Sûriye ji dev binpêkirina mafê mirova berde . Her çikas Tirkiye pişgiriya hukumeta demikî ya Sûriye dikê jî,cardin li deverê wek hêzek dagirker tevdigere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin