Îran: Pêwîst e ku Talîban li hember cîranên xwe nêzîkatîyeke dostane nîsan bide

Îran: Pêwîst e ku Talîban li hember cîranên xwe nêzîkatîyeke dostane nîsan bide

PeyamaKurd – Îranê li Tehranê do Çarşemê bi şeş welatên cîran yên Afganistanê re, di derbarê destnîşankirina "nexşerêyeke" piştî desthilatdariya Talîbanê, civînek li dar xist.

Wezîrên Karên Derve yên Pakistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Turkmenistanê, ji bo civînê çûn Tehranê û herwiha yên Çîn û Rûsyayê jî bi onlayn beşdar bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amir – Abdollahian, di civînê de bang li Talîbanê kir, da ku nêzîkatîyeke "dostane" pêk bîne.

Amir - Abdollahian eşkere kir: ‘‘Pêwîst e ku Talîban li hember cîranên xwe nêzîkatîyeke dostane nîşan bide .’’

Herwiha destnîşan kir, divê Talîban pîvanên pêwîst bigire da ku wan bide bawer kirin ku ji Afganîstanê dijî cîranên wê tehdît tuneye û da zanîn: ‘‘Ez hêvî dikim ku em bikaribin wêneyek zelaltir yên rastiyên Afganîstanê û hêviyên welatên cîran ên ku herî zêde ji geşedanên li wî welatî bandor bûne xêz bikin û nexşerêyekê ava bikin.’’

Hevdem wî diyar kir, Komara Îslamî ya Îranê li ser avakirina hikûmeteke berfireh bi amadebûn û beşdarîya bi bandor ya tevahîya pêkhateyên etnîkî û olî yên Afganistanê israr dike, li ser bingeha dîyaloga navbera Afganistanê bêyî destwerdana aktorên biyanî û got: ‘‘Divê Talîban di peydakirina ewlehî, tekoşîna dijî terorê û rêzgirtina mafên komên cihêreng, tevî jinan jî, roleke girîng bilîze.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin