PeyamaKurd – Serokê Kompaniya Rosneftê Îgor Seçîn do Pêncşemê beşdarî Foruma Aboriyê ya Ewropî ya Asyayî bû û tê de diyar kir; hewldanên sînordarkirina pêşxistina çavkaniyên klasîk ên enerjiyê, bûne beşek ji sedema bilindbûna bihayê petrolê, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku serdema petrola erzan derbas bû.
Îgor Seçîn da zanîn: “Sînordarkirina pêşxistina çavkaniyên klasîk ên enerjiyê, dibe sedema kurtanîna berhemanîna daxwazkirî ji bo parastina berhema enerjiyê û ev jî sedemeke zêdebûna buhayê petrolê ye.”
Seçîn eşkere kir: “Bilindbûna bihayê petrolê, dibe sedema hêdîbûna geşeya aboriyê û ji niha şûn de serdema erzaniya bihayê enerjiyê derbas bû, ku nêzîkî 100 sal bû berdewam e.”
Herwiha destnîşan kir: “Guherîna peykerê sektora enerjiyê ya cîhanê, divê bi awayekî hevseng be, da ku rêgirî li têkçûna aboriya cîhanê were kirin.”
Serokê Kompaniya Rosneftê diyar kir, bilindbûna bihayê gazê, dibe sedema zêdebûna daxwaza li ser petrolê bi radeyekê rojane milyonek bermîl û ev jî di encamê de bihayê petrolê zêde dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin