PeyamaKurd – Li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, ligel bajarên din ên Iraqê, xwendina Kurdî destpê kir.
Salane ligel destpêkirina xwendina Kurdî, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, rêveberiyên Perwerdeya Kurdî rûbirûyî gelek giriftan dibin.
Li gorî berpirsên xwendina Kurdî li Kerkûkê, piraniya mamosteyan û hemû pirtûk û pêdawîstyên xwendina Kurdî li Kerkûkê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne dabînkirin, tenê ezmûn ser bi Hikûmeta Federal in.
Xwendina Kurdî li Kerkûkê, piştî sala 2003an destpê kiriye, 88 hezar xwendekarên dibistanên Kurdî li Kerkûkê hene ku li nav 550 dibistan, xwendingeh û baxçeyên zarokan (kreş), di jêr serperiştiya zêdeyî 10 hezar mamosteyan dixwînin.
Ji wê hejmara mamosteyan, nêzîkî 8 hezar kes xizmeta wan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û yên din mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin