PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koçberekî din ê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê li Belarusê jiyana xwe ji dest daye û termê wî hê li Belarusê ye û radestî kesûkarên wî nehatiye kirin.
Hat zanîn koçberê bi navê Kurdo Xalîd ê 35 salî ku xelkê bajarê Hewlêrê ye, roja Şemiyê 30yê Cotmeha 2021an li bazareke Mînsk a paytexta Belarusê bi celteya dil jiyana xwe ji dest daye û tevî destwerdana doktoran jî nehatiye rizgarkirin.
Birayê Kurdo Xalîd ji Belarusê ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Koça dawî ya birayê min bûyereke dilşewat bû, du xûlek beriya canjidestdanê ez li cem wî bûm, pizîşkekî hewarçûna destpêkê li cem bû û paşê pizîşkên din hatin û gotin, bi celteya dil miriye.”
Bîlal Xalîd da zanîn, termê birayê wî niha li cem Polîsê Belarusê ye û ew nizanin çawa termê wî vegerînin û daxwazê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin, jibo vegerandina termê birayê wî alîkar bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Îna borî jî xortekî 25 salî yê ji Başûrê Kurdistanê bi navê Geylan Dilêr Îsmaîl li ser sînorê Polonya-Belarûsê jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin