PeyamaKurd – Pirtûka helbestan a Şêrko Bêkes "Niha Keçek Niştimana Min e’ ji soranî bo kurmancî hat wergerandin û li Silêmanî hat belavkirin.
Li gor zanyariyan, Mesûd Zîlan pirtûk wergerandiye Kurmancî û ji bo nasandina pirtûkê li Silêmanî merasimek hat li dar xistin.
Merasîm ji aliyê Ofîsa Nivîskarên Kurd ya Şaxa Silêmaniyê ve hate rêxistinkirin û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Mesûd Zîlan pirtûk ji bo beşdaran îmze kirin.
Zîlan li ser Kurmancîkirina pirtûkê daye zanîn: “Şêrko Bêkes helbestvanekî mezin ê gelê me ye û li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin. Helbestên wî ji bo gelek zimanên cîhanî hatine wergerkirin. Min jî xwest vê pirtûkê wergerînim.”
Zîlan da zanîn, ew plan dike di dema pêş de 2 pirtûkên din ên Şêrko Bêkes wergerîne Kurmancî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin