Erdogan bi nameyekê pistevaniya xwe ji bo Kazimî nîsan da

Erdogan bi nameyekê pistevaniya xwe ji bo Kazimî nîsan da

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re şand û tê de êrîşa bi dronan a ser mala wî şermezar kir.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyê eşkere kir ku Erdogan di nameyê de êrîşa li ser mala Kazimî bi tundî şermezar kiriye û hêviya selametiyê ji Kazimî re xwestiye.

Erdogan herwiha di nameyê de bal kişandiye ser ku ew di têkoşîna dijî terorê de piştevaniya welatê xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê diyar dikin û aramî û îstiqrarê ji bo gelê Iraqê dixwazin.

Beriya niha Wezareta Derve ya Tirkiyê jî hewla kuştina Mistefa Kazimî şermezar kiribû û piştevaniya piştevaniya Tirkiyê bo Iraqê nîşan dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin