Mela Bextiyar: Planekî bêbextî li min kirin

Mela Bextiyar: Planekî bêbextî li min kirin

PeyamaKurd – Endamê meclisa bilind ya YNK ê Mela Bextiyar ku çendeyekî berê li Silêmaniyê jehrê dabûnê û ji bo dermankirina xwe çûbû Almanya, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ew ketiye ber planekî bêbextiyê ku jehrê danê. Mela Bextiyar weha got:

“Piştî planekî jehrdayîna min ya bêbextane ez rizgar bûm. Wê sûcdar cezayekî rewa bibînin û her bêşeref bimînin. Ez ê ti carê dev ji mafên xwe bernedim. Ji ber ti sûcekî min tinebû, ez neketim nav gendeliyê, ez ti carê nebûm teref, min maqam, pere û kursî nexwest, ji ber wê jehrê dane min.

Eger ez weha tevnegeriyama, wê niha şêrketên min hebûna û bi hezar donuman araziyên min hebûya.”

Bendene ku Mela Bextiyar di 13 ê çiriya pêşîn de an ku 3 rojên din siet di 14.30 an de bigihê balafirgeha Silêmaniyê.

Li gor ragihandina doktorê Mela Bextiyar yê li Almanya, 3 meh li ser hev jehrê dane Mela Bextiyar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin