Balyozê Gistî yê Fransayê: Em hevxemiya dostên xwe yên Kurd ji bîr nakin

Balyozê Gistî yê Fransayê: Em hevxemiya dostên xwe yên Kurd ji bîr nakin

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, di şeşemîn salvegera zincîre teqînên Parîsê de diyar kir, ew hevxemiya dostên xwe yên Kurd ji bîr nakin.

Balyozê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies, bi helkefta şeşemîn salvegera zincîre teqînên paytext Parîsê, peyamek li ser twîttera xwe belav kir û di peyama xwe de ku bi zimanên Kurdî û Fransî hatiye belavkirin dibêje, di salvegera zincîre teqînên Parîsê de, em hevxemiya dostên xwe yên Kurd ji bîr nakin.

Roja 14 Mijdara 2015 li Parîsê 4 teqînên bihêz û çend êrîşên çekdarî û terorîstî qewimîn ku ji aliyê DAIŞê ve hatin kirin.

Di wan êrîş û teqînan de, herî kêm 130 kes hatin kuştin û 368 kes jî birîndar bûn. 7 terorîst jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.

Tevahiya dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê jî hevxemiya xwe bo Fransa nîşan dan û kelha Hewlêrê jî bi alaya Fransa hat xemilandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin