PeyamaKurd – Hevserokê berê ê HDPê Selahattîn Demîrtaş gotarek bi navê "dengderên HDP çi dikin?" nivîsî û tê de diyar kir, dengderên HDPê hêza diyarkirina desthilatê ne.
Selahattîn Demîrtaş da zanîn, “herkes li ser wê xalê hevnerîn e ku dengderên HDP li kîjan alî bin ew alî biser dikeve, bi taybetî jî di hilbijartinên pêş de.”
Li gorî Demîrtaş, stratejiya dengderên HDP ew e ku di nava hevpeymaniyan de cî nagrin û ji ber vê jî her du hevpeymanên desthilatê êrîşî ser wan dikin û tohmeta dixin stuyê wan.
Demîrtaş di gotara xwe de qala guvaşên desthilatê li ser dengderên HDPê jî kiriye û nivîsî ye ku desthilat ji bo qaîmkirina cihê lingê xwe, hewla terorîzekirina HDPê dide.
Herwiha Demîrtaş dibêje, HDP û dengderên xwe daxwaza Tirkiyeke cîgir dikin, jîngeheke aram û demokrasiyeke berfereh û yeksan dikin.
Selahattîn Demîrtaş eşkere kir, ew nizane ka wê dengderên HDPê di hilbijartina pêş de çi bikin, lê dizane ku ew ê bi jîrî, mantiqî û wîjdan biryara xwe bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin