PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê 64 koçber hatin desteserkirin û 5 qaçaxçî jî hatin girtin.
Hat ragihandin ku Tîmên Şaxa Qaçaxçitiya Koçberan ên ewlekariyê, di encama xebatan de 2 barhilgir rawestandin û di lêgerîna nav barhilgiran de 62 afganî û 2 Pakistanî bi tevahî 64 koçberên di bin kaseyên sebzeyan de hatibûn veşartin desteser kirin.
Hat diyarkirin ku 5 qaçaxçiyên ku koçber vediguhestin bi biryara dadgehê hatine girtin û 64 koçber jî piştî karên fermî ji bo Îdareya Koçê ya Bajêr hatine radestkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî Taliban hat ser deshilata Afganistanê, koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê di ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin