Li Nisêbînê 4 ji wan zarok hejmarek kes hatin binçavkirin

Li Nisêbînê 4 ji wan zarok hejmarek kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd  - Li ser lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê 4 ji wan zarok hejmarek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin îro 14ê Mijdarê di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, li  taxa Firat a Nisêbînê polîsan bi ser malan de girtine û di nav kesên hatine binçavkirin de 4 zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de jî hene.

Hat diyarkirin polîsan bi ser 12 malan de girtine û zarokên bi navên M.A. (16), F.A. (17), A.A. (15), H.E. (13) û ciwanê 19 salî yê bi navê Hakan E. û hejmareke kesên din binçav kirine û ew şandine navenda têkoşîna terorê ya asayîşa Mêrdînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin