PeyamaKurd – Rûsya, li dijî her hewldaneke damezrandina hebûneke "weke dewletê" li nav axa Sûriyê derdikeve.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA diyar kir, Moskow dibêje, divê rêz li serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê were girtin û destdirêjiyên Îsraîlê jî dubare nebin.
Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev eşkere dike: “Hewldanên damezrandina hebûneke weke dewletê li Sûriyê, nayê qebûlkirin.”
Aleksandr Lavrentyev destnîşan kir, Rûsya rijd e li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê û rêzgirtina li serweriya wê û dubare nebûna destdirêjiyên Îsraîlê.
Herî dawî Aleksandr Lavrentyev diyar kir: “Divê em berdewam bin di şer û têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de bi taybetî li Idlibê, herwiha divê rêkeftinên ku Tirkiyê îmze kirine, werin cîbicîkirin û ew welat berpirsyariya êrîşên terorîstî bigre ser xwe, ku li wir rûdidin. Divê li deverên rojhilatê Sûriyê şerê terorê were kirin.”
Ev helwesta Nûnerê Serokê Rûsyayê, do li Şamê di çarçoveya civîna her du desteyên hemahengiyê yên Rûsya û Sûriyê de, di kongreyek li ser vegera penaberên Sûriyê hatiye sazkirin de hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin