PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Belta ya Belarûsê diyar kiriye, Belarûs dixwaze Yekîtiya Ewropa 2 hezar koçberan werbigre û 5 hezar koçberên din bişînin welatên wan. Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko vê mijara bi Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re axiviye û Merkel razî bûye ku vê pêşniyarê ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêj bike, lê Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer pêşniyara Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko red kiriye.
Berdevkê Serokê Belarûsê eşkere kiriye, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko vê mijara bi Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re axiviye û Merkel razî bûye ku vê pêşniyarê ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêj bike.
Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer pêşniyara Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko red kiriye û daye zanîn: “Eger em koçberan werbigrin, ev tê wateya wê yekê ku em serê xwe li ber zextan ditewînin û wê yekê nîşan dide ku em koçberên li nav Yekîtiya Ewropayê werdigrin, ango tê wê wateyê ku em nepakiyê dikin.”
Li gor çavkaniyek ji hikûmeta Almanyayê destnîşan kiriye; Almanya tu rêkeftinek li ser wergirtina koçberan îmze nekiriye, herwiha tekez kiriye ku ev kêşeya Yekîtiya Ewropayê ye û Almanya bi tena serê xwe biryar nade.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî ragihandiye ku tu gotûbêjekê bi Belarûsê re li ser koçberan nakin.
Li ser vê mijarê Amerîka welatê Belarûsê tohmetbar dike ku koçberan weke serbazên sentrencê bi kar tîne.
Welatên Ewropayê, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi hezaran koçberan han dide ku bi awayekî neyasayî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, weke tolhildanek ji sizayên Yekîtiya Ewropayê ku beriya niha bi ser Belarûsê de sepandine, lê belê Belarûs red dike ku bi qestî koçberan li ser sînorê navbera Belarûs û Polandayê kom kiribe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin