PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li ser bangewaziyên hilbijartinên pêşwext ên partiyên opozîsyona Tirkiyê ragihand ku hilbijartin nayê paşxistin û wê di dema xwe de ango di sala 2023yan de bê lidarxistin.
Erdogan îro 23yê Mijdarê di civîna serkirdeyên AKPê de got, "Dibêjin hilbijartinên pêşxwext hilbijartinên pêşwext. Hilbijartina pêşwext nayê kirin. Hilbijartin dê dema xwe de yanî Hezîrana 2023 bên lidarxistin û em ê hem serkomariyê bistînin hem jî di parlementoyê de em ê wek tifaqa Cumhur rekorek nû bi dest bixin û bi ser bikevin."
Erdogan li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê yên li hev helalkirinê jî got, Kiliçdaroglu dixwaze bi li hev helalkirinê welêt tijî fesadî û xirabî bike, ji ber wê jî em nikarin Tirkiyê teslîmî bê kifayetiya wî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin