Erebistana Siudî rê li ber rêwiyên 6 dewletan vedike

Erebistana Siudî rê li ber rêwiyên 6 dewletan vedike

PeyamaKurd – Erebistana Siudî, ji 1ê Berfanbarê pê ve rê li ber rêwiyên Endonezya, Pakistan, Brezîlya, Vîetnam, Misir û Hindistanê vedike.

Erebistana Siudî, ji ber metirsiyên belavbûna vîrusa Korona, ji welatiyên wan dewletan dixwest ku ew li derveyî welatên xwe herî kêm du hefteyan bimînin.

Li gor Reutersê ji zarê karbidestekî Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siudî ragihand, ew ê di derbasbûna wan welatiyan de li rewşa wan a karanîna derziyê nenêrin.

Ajansê eşkere kir, welatiyên ji wan 6 dewletan piştî derbasî Erebistana Siudî bibin, wê 5 rojan li cîhên ku hikûmetê dîyar kirine di karantînê de bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin