PeyamaKurd – Hat ragihandin aliyên erebên şîe yên nava bereya (Îtarî Tensîq) tevahiya encamên hilbijartina pêşwext a Iraqê red kirin.
Bereya Îtarrî Tensîqê bi daxuyaniyekê îdia dike ku beyî ti gumanekê derketiye holê ku komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartina Iraqê berê encama hilbijartinê amade kiriye.
Herwiha tê gotin, ew encamên hilbijartina Iraqê red dikin û qebûl nakin û belgeyên komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartina Iraqê jî weke belgeyên temam qebûl nakin.
Îtarrî Tensîq ji 5 kutleyên erebên şîe pêk te û ku Tevgera Sedir derveyî wê kutleyê ye û kesên di nava Îtarî Tensîqê de; Hevpeymanîya Dewleta Yasa, Hevpeymanîya Fetih, Hevpeymanîya Hêzên Dewlet, Tevgera Eta û Partiya Fezîle ne.
Doh Sêşemê 30.11.2021ê komisyonê encama dawî ya hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê ku di roja 10.10.2021ê de birêve çûbû eşkere kiribû.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, encama dawî ya hilbijartina Iraqê qebûl kiribû û sqasiya xwe bo komisyona hilbijartinê anîbû ziman.
Li gor encama dawî ya komîsyonê hejmara kursîyên parlamentoya Iraqê wiha ne:
Tevgera Sedir: 73 kursî
Kandîdên serbixwe: 43 kursî
Hevpeymanîya Teqedum: 37 kursî
Hevpeymanîya Dewleta Yasa: 33 kursî
Partiya Demokrata Kurdistanê: 31 kursî
Hevpeymanîya Kurdistanî (YNK û Tevgera Goran): 17 kursî
Hevpeymanîya Fetih: 17 kursî
Hewpeymanîya Ezm: 14 kursî
Hevpeymanîya Îmtîdad: 9 kursî
Nifşa Nû: 9 kursî
Îşraqe Qanûn: 5 kursî
Eqda Nîştmanî: 4 kursî
Hêzekanî dewllet: çwar kursî
Cemahîr nasnamemane: sê kursî
Hesm bo çaksazî: 3 kursî
17 kursî jî berbijêrên serbixwe bi dest xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin