PeyamaKurd – Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî bi daxuyaniyeke çapemeniyê qala encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û diyar kir: ‘‘Desthilata tu kesî tune dengên dengdêran pûç bike.’’
Derbarê wê daxuyaniya ku PDK dibêje du kursiyên wan li Hewlêr û Nînowa hatine talankirin de Fazil Mîranî eşkere kir: ‘‘Biraderên YNKê dibêjin me talan nekirine, me behsa YNKê nekiriye, me behsa wê yekê kiriye ku desthilata wan hebûye û kursiyên me talan kirine û ji bo wê jî me rêyên yasayî dane ber xwe û belgeyên yasayî û şarazayiyên me hene û em ber xwe de naaxivin.’’
Sekreterê Polîtburoya PDKê destnîşan kir: ‘‘Encûmena Bilind a Dadwerî, hin pêngav avêtine ku ne di desthilata wê de ye. Desthilata tu kesî tune dengên dengdêran pûç bike. Eger min carekê deng da çima dengê min wê bê pûçkirin, destûr jî îcaza wê nade.’’
Fazil Mîranî herwiha da zanîn: ‘‘Em ê li gor rênmayiyên yasayî berdewam bin, lê ev Iraq e û hemû tiştekî divê mirov hêvî bike.’’
Herwiha destnîşan kir: ‘‘Me carê çi nekiriye ku encam ji aliyê Dadgeha Federal ve neyên pejirandin, ku hat pejirandin em ê pişt re bikevin tevgerê û waye nav mala Şîe jî mijûl in û li gel yek civînan dikin. Em wek Kurd nakevin nav du kevirên aş de, bi taybet derbarê nav mala xwe de jî ya rast ew e di destpêkê de em û YNK navmala xwe rêkbixin, pişt re biçin li gel xelkê din jî biaxivin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin