Hêzeke Pêsmerge ji bo parastina welatiyan derbasî nava gundê Lihêbanê bû

Hêzeke Pêsmerge ji bo parastina welatiyan derbasî nava gundê Lihêbanê bû

PeyamaKurd – Hêzeke Pêşmerge ji bo parastina welatiyan, derbasî nava gundê Lihêbanê yê ser bi nahiya Sergerana Kerkûkê ve bû.

Berpirsê Liqê 23 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdulla diyar kiriye, hêzeke Pêşmerge ji bo parastina welatiyan, derbasî nava gundê Lihêbanê bû.

Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Telhet Ebdulxaliq diyar kiriye: “Niha Fewca 4 a Lîwaya 5 a Artêşa Iraqê û Fewca 2 a Lîwaya 18 a Hêza Pêşmerge gihîştine nava gundê Lihêbanê. Ew her du fewc, wê bi hevbeşî gund biparêzin.”

Piştî ji ber gefên DAIŞê gundê Lihêbanê do hatibû valakirin, îro hejmarek ji gundiyan vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin