PeyamaKurd - Li sînorê navçeya Daqûqê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê bombeyeke çandî teqiya û di encamê de 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.
Hat ragihandin ku îro 9ê Kanûnê roja Pêncşemê li sînorê gundê Suhêlî li çemê Roxane yê qezaya Daqûqê, bombeyeke çandî bi hêzên artêşa Iraqê de teqiya.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, di encama wê teqînê de 2 leşkerên Iraqê Iraqê birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye rûbara Roxane li sînorê qezaya Daqûqê ye û bûye cihê navenda çekdarên DAIŞê û her dema hêzên Iraqê bixwazin li herêmê operasyoneke leşkerî pêk bînin bombeyên çandî bi wan de diteqin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin