Xelatên Fîlmên Ewropayê hatin belavkirin

Xelatên Fîlmên Ewropayê hatin belavkirin

PeyamaKurd –  Xelatên Fîlmên Ewropayê ku wekî "Oscarên Ewropayê" têne qebûlkirin ji ber şewba Koronayê, bi merasîmeke online hatin belavkirin û "Quo Vadis, Aida?" (Tu diçî ku, Aida?) bi ser ket.

Îsal 34emîn car Xelatên Fîlmên Ewropayê hatin belavkirin û Fîlmê derhêner Jasmila Zbanic ê bi navê "Quo Vadis, Aida" wekî fîlmê herî serketî hat hilbijartin. Zbanic xelata Derhênera Herî Serketî, lîstikvana fîlm Jasna Duricic jî xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.

Derhêner Zbanic ku ji Bosnayê ye, xelata xwe diyarî jin û dayikên Srebrenitsayê û herwiha diyarî jin û mêr, bav û zarokên hatine kuştin kir.

Xelata Lîstitkvanê Herî Serketî jî Anthony Hopkins bi rola di fîlmê "The Father" de girt. Xelata Senaryoya Herî Serketî jî dan senarîstên "The Father" Florian Zelle û Christopher Hampton.

Xelata Fîlmê Komedî yê Herî Serketî dan fîlmê Yngvild Sve Flikke "Ninjababy" û xelata Belgefîlm û Anîmasyonê Herî Serketî jî dan "Flee" yê derhêner Jonas Poher Rasmussen.

Her wiha derhênera Danîmarkî Susanne Bier jî ji ber keda wê ya ji bo sînemaya Ewropayê hat xelatkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin