PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo guftûgokirina li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi awayekî cuda li Bexdayê ne û bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan dikin.
Hat zanîn îro şandeke PDKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî gihîşt Bexdayê û di yekem westgeha xwe de, bi Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî re civiya û herdu aliyan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.
Dîsa şandeke YNKê jî bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê ye û bi Serokomar Berhem Salih û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo pêk anîn.
Li gorî zanyariyan niha di civînên her du aliyan de, ti rêkeftinek nayê kirin, lê belê armanc ji van guftûgoyan ew e, bigihin hevtêgihîştinan, ji ber ku PDK û YNK aliyên sereke yên pêkanîna hikûmeta nû ne.
Herwiha çav li rê ye di çend rojên bê de, şandeke Tevgera Sedir û şandeke aliyên “Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan” jî serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin