PeyamaKurd – Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî û Dezgehê Xêrxwaziya Rewange, ji do ve ji bo her danekî, ji 3 hezar kesan re xwarina germ ji ziyanlêketiyên lehiya Hewlêrê dişînin.
Serokê Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kiriye: ‘‘Ev proseya bi hewarçûnê ya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî, çend aliyan li xwe digre. Ji wan yek jî dabînkirina xwarina germ e, ji bo lê qewmiyan ku malên wan av ketiyê û nikarin xwarinê amade bikin. Herwiha tîmên me li cîhên bûyerê mijûlî paqijkirina paşmayên lehiyê ne.’’
Serokê Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî eşkere kiriye: ‘‘Ji aliyeke din ve jî tîma rêpêwî ya Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî kar dike ji bo tomara wan ziyanên ku li wan navçeyan pêk hatine, ku alîkariya tîmên hikûmetê bike ji bo karasanî û nehiştina paşmayên lehiyê.’’
Herwiha destnîşan kiriye, proseyên Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî, heta dema ku pêwistiyên hemwelatiyan hebe wê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin