Li Wanê du otomîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Li Wanê du otomîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezaya du otomobîlan de, 2 kesan can dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li ser rêya Qerqelî û Wanê du otomobîl li hev qelibîn  û 2 kesan li cihê bûyerê can dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Agahiyên hatine belavkirin eşkere dikin, tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û polîs hatine, çûne cihê bûyerê û birîndarên di nav otomobîlan de asê mane rizgar kirine û ew rakirine nexweşxaneyê.

Herwiha li cihê bûyera trafîkê pêk hat, ji bo demekê rê ji hatûçûnê re hat girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin