PeyamaKurd – Polîtbıroya Partiya Demokrata Kurdşistanê bi sedema salvegera ji dayîkbûna pêxenber Hz. Îsa peyamekî belav kir. Peyama PDK ê wehaye:
“Bi boneya hatina cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin) em gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî xwişk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikin û em hêvîdar in ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan.
Bi vê derfetê em dûbare şanaziyê bi vê ferheng û pêkhateyên cuda dikin û wek herdem em tekeziyê dikin li ser bihêzkirina kultûrê bihevrejiyan û hevqebûlkirinê di nava tevahiya pêkhateyên olî û mezhebî û netewî yên cuda li Herêma Kurdistanê. Careke din em pîrozbahiyê li we dikin û hêviya cejneke xweş û bextewer ji we re dixwazin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin