Hevpeymana Fetih pabendbûna xwe ji bo encamên hilbijartinan ragihand

Hevpeymana Fetih pabendbûna xwe ji bo encamên hilbijartinan ragihand

PeyamaKurd - Ofîsa Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand ku Amirî diyar kiriye ew pabend in bi biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ku îro encamên hilbijartinên parlamentoyê pesend kir.

Di daxuyaniya Hadî Amirî de hat gotin; ji ber ku ew bi destûr û yasayan pabend in û herwiha baweriya wan bi proseya siyasî ya demokrasiyê, guherîna aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê heye, ew pabend in bi biryara Dadgeha Federal.

Hadî Amirî gotiye: “Tevî ku baweriyeke me ya kûr û nêrîneke me ya yekalîker heye ku proseya hilbijartinê cihê gumaneke mezin a sextekarî û destkarîkirinê bû û giliyên me yên ku me pêşkêşî Dadgeha Federal kirin, pêbawer û mentiqî û pejirandî bûn.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku eger ew gilî li her welatekî ku rêz li demokrasiyê digrin bihatana pêşkêşkirin, têra wê yekê dikir ku encamên hilbijartinan werin betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin