Di navbera parêzgehên Hewlêr û Urmiyê de rêkeftinek hat îmzekirin

Di navbera parêzgehên Hewlêr û Urmiyê de rêkeftinek hat îmzekirin

PeyamaKurd – Şandeke Herêma Kurdistanê ku ji Parêzgarê Hewlêrê, Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêmê û Îranê, Rêveberê Gumrika Hacî Omeran û Berpirsê Pêwendiyan li Parêzeha Urmiya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatibû bi Parêzgar û berpirsên Komara Îranê re civiyan û rêkeftinek ji 14 xalan îmze kirin.

Li gor daxuyaniyeke Parêzgeha Hewlêrê, di civîna di navbera Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Azerbeycana Rojava (Urmiye) Mihemed Sadiq Mutemedyan de, do 26/12/2021ê, rêkeftineke aborî ya ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin.

Hin xalên rêkeftinê wiha ne:

- Her du alî asankariyan ji bo firehkirina tevgera bazirganiyê dikin û wê ji bo mebestê jî, kompanyayên hevbeş ya veguhestinê pêk bînin.

- Her du aliyan amadehiya xwe nîşan dan ji bo firehkirina sektora geştiyarî, vekirina pêşangehên bazirganî, pisporî, rewşenbîrî û werzişî.

- Her du alî wê navçeyên pîşesazî yên hevbeş li sînorê parêzgeha Hewlêrê û parêzgeha Urmiyê pêk bînin, piştî ku wezaretên pêwendîdar ên her du aliyan lêkolînên xwe bikin.

- Biryar hat dayîn ku civîneke hevbeş di navbera rêveberiya balafirxaneyên Hewlêr û Urmiyê bê kirin, ji bo aktîvkirina geştên asmanî di navbera her du bajaran de.

- Her du aliyan soz dan ku zanyariyên pêwîst li ser rênimayên kalîteya kontrolkirinê bidin hev du.

- Her du aliyan li hev kirin ku karûbarên bazirganî û geştiyariyê li deriyê sînorî Temeçîn – Hacî Omeran 24 saet bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin