PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Sûdanê li eyaleta Kûrdûfanê li devra Focayê tunela madena zêr ya bi navê Um Drîsaî roxiya û di encamê de 31 kes can dan.
Cesedên her 31 miriyan hatin derxistin, hêj 8 kes di bin madenê de ne û kesekî birîndar bûye.
Li Sûdanê li eyaletên Derya Sor, bakûr, Rûbarê Nîlê, Kûrdîfana başûr û rojava li dora 2 mîlyon kes di karê madenê yê rûtîn de dixebitin. Di dahata Sûdanê de bazirganiya zêr karekî sereke yê debarêye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin