PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Şirnexê, li hemberê PKK ê operasyonekî nû ya bi navê “Eren Kış -13” ê daye destpêkirin. Di operasyonê de 516 leşker û cahş cîh girtine. Li gor ragihandina wezaretê; operasyon bi fermandariya cendirmeyan ya Herêmê dimeşe.
Ji payîza 2021 ê heya niha li hemberê PKK ê operasyonên bi navê “Eren” dane destpêkirin û dewam dike. Heya niha bi heman navê li Besta Şirnexê, li Dêrsim, Agirî, Mêrdîn, Qers, Ardaxan, Amanos a Hatayê, li Diyarbekir û Çewlikê, li Hekkariyê û gelek deverên din operasyon dewam kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin