PeyamaKurd – Navendeke Lêkolînan a Îsraîlê diyar kir, Hizbullaha Libnanî sîstemên berevaniyê li derdora Şamê û başûrê Lubnanê bi cih kiriye ku dikare pê rûbirûyî êrîşên asmanî yê Îsraîlê bibe.
Li gor navenda “Alma” belav kir: “Hizbullah, ev sîstema berevaniyê li çiyayên Qelemûn li bakurê rojavayê Şamê li nêzîkî sînorê Lubnanê bi cih kiriye ku baregeheke lojîstîkî û operasyonan a Hizbullahê lê heye.”
Herwiha rojnameya “Jerusalem Post” a ku ew raport belav kiriye da zanîn, ew di wê baweriyê de ne ku di cebilxaneya Hizbullah a berevaniya esmanî de, pergala moşekî ya taktîkî ya kurtavêj SA8, SA17 û SA22 heye.”
Serokê beşa lêkolînê li navenda “Alma” û efserê bi pileya Raîd di artêşa Îsraîlê Tel Perry ji wê rojnameyê re eşkere kir: “Hizbullahê bataryayên moşekên zemîn-asîmanî SA8 li başûrê Lubnanê bi cih kirine ku dibe ew bikare rûbirûyî balafirên Îsraîlê bibe.”
Herwiha destnîşan kir: “Dibe ku çekdarên Hizbullahê li ser sîstema berevaniyê ya Îranê Bavar 373 a ku li ser bingeha sîstema Rûsî SA-300 kar dike perwerde dîtibin, ku tê pêşbînîkirin ew sîstem bikaribe di heman demê de, rûbirûyî 6 armancan bibe.”
Rojnameya “Jerusalem Post” herî dawî diyar kir, ligel egera gefên sîstema berevaniya Îranî û Hizbullahê jî, artêşa Îsraîlê hîna karîna wê heye bi awayekî aktîv kar û çalakiyan li asmana Lubnan û Sûriyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin