Erdogan: Em li ser aboriyê serê hebûnê didin!

Erdogan: Em li ser aboriyê serê hebûnê didin!

PeyamaKurd - Piştî hefteyekê careke din nirxê lîreyê Tirk li hember dolarê Amerîkî kêm bû û di roja dawî ya sala 2021ê de dolarek gihîşt 13,5 lîreyê Tirkî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 31ê Kanûna 2021ê di 12emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê de, li ser ji nû ve ketina nirxê lîreyê Tirk li hember diravên biyanî bertek nîşan da û got, ‘bilindbûna nirxê pereyên biyanî demkî ye’.

Erdogan herwiha helwesta xwe ya derbarê faîza ku banka navendî diyar dike de jî dubare kir û got: “Heta ev rih di vî canî be, ez eşkere dibêjim; `faîz sedem e, enflasyon encam e, em ê vê tim bibêjin.”

Erdogan diyar kir: “Ji pereyên biyanî bo lîre vegereke zêde çêbû û ev dê berdewam be. Em li ser aboriyê şerê hebûnê didin. Bi rêya nirxê pereyên biyanî çek nîşanî me dan, lê bi ser nakevin. Çeka me hê bi hêz e, çeka me Nas e.”

Hêjayî gotinê ye, pisporên aborîyê yên Tirkiye û cîhanê li gorî qanûnên îqtisadê dibêjin, enflasyona zêde dibe sedema zêdekirina faîzê ku ev yek li zankoyan wekî ders tê dayîn, lê Erdogan ev demek e bi taybet piştî kûrbûna krîza aborî li Tirkiyê berevajî wê nêrînê dibêje, faîz sedem e û enflasyon jî encam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin