PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed got, wan li gel Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) wan ji bo di guftûgoyên bi aliyan re li Bexdayê pêşkêş bikin, projeyek amade kiriye.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di civîneke rojnamevanî de li ser hatina şanda Tevgera Sedir ragihand, hatina wê şanda tevgera Sedir pêwendiya wê bi civîna 9ê vê mehê ya Encûmena Nûneran a Iraqê heye û got, herwiha hin têgihîştinên wan derbarê çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî heye û ji bo wê mebestê jî sibe şandeke PDKê li gel YNKê dicive.
Aşkere kir jî, sibe du komîteyên PDK dê bi YNKê re bicive û dê derbarê nêrîna me ji hikûmeta nû ya Iraqê re, destkeftên Kurdistanê û pirsên ku cihê girîngiya gelê Kurdistanê de be, ji bo ku kabîneya bê ya hikûmetê wan pirsa bi paş nexîne wek kabîneyên berê.
Derbarê nêrîna Tevgera Sedirê de, Berdevkê PDKê got: “Ew behsa hikûmeta piranî ya niştimanî dikin. Em jî dibînin ku divê derî û pencereyên hikûmeta bê vekirî bin ji bo hemû alî tê de beşdar bin. Lê ew dibînin ku tenê ewên kursiyên zêde bi dest xistine tê de beşdar bin. Bi nêrîna wan, eger opozîsyoneke bihêz hebe, dê demokrasî were çespandin.”
Mehmûd Mihemed got: “Cudahiya me li gel aliyên Erebî ew e ku taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û komek pirsgirêkên me yên netewî hene, ji ber wê divê di karnameya me ya ku dê were amadekirin de, bi zelalî behsa wan pirs bike.”
Li ser nêrîna PDK û YNKê jî Mehmûd Mihemed diyar kir: “Projeya karnameyeke hevbeş di navbera PDK û YNKê de hatiye amadekirin, ti cudahîya me li ser wê tune ye, lê belê pêwîstiya wê bi nûkirinê heye ji bo em wê bikin karnameyeke Kurdistanî.”
Berdevkê PDKê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî got: “Mesele ne piştevaniya vê arasteyê yan wê ye, ji ber ku em beşek in ji avakirina vê hikûmetê. Em piştevaniya ti aliyekî li dijî aliyekî din nakin, lê em ê bibin şirîkê avakirina hikûmeta şirîkatiya niştimanî û divê em tê de bibin kevirê bingehîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin