Berdevkê PDK ê: Me û YNK ê bo Bexdayê projeyekî hevpar amade kiriye

Berdevkê PDK ê: Me û YNK ê bo Bexdayê projeyekî hevpar amade kiriye

PeyamaKurd – Berdevkê PDK ê Mehmûd Mihemed di civîna rojnamevanî de, di derbarê seredana tevgera Sedr de ragihand ku têkiliya hatina heyeta tevgerê bi civîna encumena nûneran ya di 9 ê mehê de heye. Mehmûd Mihemed her weha ragihand ku seredana tevgera Sedr bi avakirina hukumeta nû ya Bexdayê heye û wê sibê heyeta PDK ê û heyeta YNK ê li ser mijarê bicive.

Civîna her dû heyetan roja 5 ê mehêye, wê li ser parastina derstkeftiyên Kurdistanê, nêrîna Kurdistanê li hukumeta nû ya Bexdayê wê çawabe û ji bo hukumeta nûh sozên ku derbarê şareseriyên arîşeyên niha yên navbera Hewlêrê û Bexdayê de, bê ku astengî derxin çareser bikin û bi paş nexin, wê kom bibin. Mehmûd Mihemed weha got:

“ Ew behsa hikûmeta piranî ya niştimanî dikin. Em jî dibînin ku divê derî û pencereyên hikûmeta bê, vekirî bin ji bo hemû alî tê de beşdar bin. Lê ew dibînin ku tenê ew ên kursiyên zêde bi dest xistine, tê de beşdar bin. Bi nêrîna wan, eger opozîsyoneke bihêz hebe, dê demokrasî were çespandin.

Cudahiya me li gel aliyên Erebî ew e ku taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û komek pirsgirêkên me yên netewî hene, ji ber wê, divê di karnameya me ya ku dê were amadekirin de, bi zelalî behsa wan pirs bike.

Projeya karnameyeke hevbeş di navbera PDK û YNKê de hatiye amadekirin, ti cudahî me li ser wê tune ye, lê belê pêwîstiya wê bi nûkirinê heye ji bo em wê bikin karnameyeke Kurdistanî.

Mesele ne piştevaniya vê arasteyê yan wê ye, ji ber ku em beşek in ji avakirina vê hikûmetê ne. Em piştevaniya ti aliyekî li dijî aliyekî din nakin, lê em ê bibin şirîkî avakirina hikûmeta şirîkatiya niştimanî û divê em tê de bibin kevirê bingehîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin