PeyamaKurd – Li qeza Berdereşê ya ser bi Hewlêrê, ji ber nexweşiya xorîke ku nexweşiyeke vîrûsê ye, di nêzîkî mehekê de 185 serî mîh û berx kuşt û rojane nêzîkî 10 seriyan dikuje.
Li gor zanyariyan, di mawê nêzîkî mehekê de, 185 mîhên ajelderekî mirdar bûne. Mîh bi nexweşiya xurîkê ketine. Her mîheke tûşbîyî di pênc rojan de bi vî awayî lawaz dibe heta mirdar dibe. Ji berx û mîhên zayî û avis, rojane heft heta deh ser dimrin. Çavên Remezan li xêra vî werzê zan û zêdebûna pezê xwe bûn lê berevajî rastî ziyanên mezin hatiye.
Li sinorê qeza Berdereşê derdora 50 hezar serî mîh û bizi hene. Heta niha vayrûs tenê li gundê Zengenan hatiye tomarkrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin