PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê 5 pêketiyên cûreya vîrusa korona ya guhertî Omicron hatin tomarkirin.
Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, doh 5ê Çileyê 5 pêketiyên Omicronê hatine tomarkirin.
Dr. Saman Berzeicî got, tevahiya wan kesên ku bi Omicronê ketine, endamên malbatekê û xelkê parêzgeha Duhokê ne.
Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, yek ji endamên wê malbatê ku bi Omicronê ketiye ji derve vegeriyaye û endamên din yên malbata xwe jî pê xistiye.
Herwiha Berzincî bibîr xist ku wan her pênc pêketiyên omicronê beriya niha derziya koronayê li xwe nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin