PeyamaKurd – Li Tirkiye, 7 gumanberên DAIŞê yên xwediyên pasaportên Iraqî, ku di oparesyoneke li bajarê Samsunê yê Tirkiyê de hatibûn desteserkirin, tên dersînorkirin.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, lêkolînên yasayî yên 7 gumanbarên DAIŞê ku di çarçoveya operasyoneke “li dijî rêxistina DAIŞê” de li parêzgeha Samsunê hatibûn desteserkirin, bi dawî hatine.
Di çarçoveya lêkolînan de Serdozgerê Giştî yê Samsunê biryar da ku 7 gumanbarên DAIŞê bên dersînor kirin.
Li gor zanyariyan, ew gumanbarên DAIŞê yên Iraqî ji bo dersînorkirinê, ji bo Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbrûbûna Qaçaxiya Koçberan hatine radestkirin.
Tîmên Şaxa Rûbrûbûna Terorê yên ser bi Rêveberiya Ewlekariya bajarê Samsunê di çarçoveya operasyonekê de, di 31ê Kanûnan 2021ê de ew 7 gumanbarên Iraqî desteserkiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin