Hikûmeta Brîtanyayê êdî karta derziyê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike

Hikûmeta Brîtanyayê êdî karta derziyê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê, êdî karta derziyê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike û welatiyên Herêmê, dikarin serdana Brîtanyayê bikin.

Hikûmeta Brîtanyayê, êdî karta derziyê ya Herêma Kurdistanê qebûl dike û ev biryar wê ji 10ê Çileya 2022yan ve bikeve warê cîbicîkirinê.

Ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê tê xwestin, di dema gihîştina Brîtanyayê de, karta xwe ya derziyê nîşan bidin.

Malpera Hikûmeta Brîtanyayê destnîşan kiriye; sê cûreyên derziyê; Sinopharm, Pfizer û Astrazeneca ku li Herêma Kurdistanê li ber dest in, ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve hatiye pesendkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin