Di qaseya kamyonê de termê 10 kesan hat dîtin

Di qaseya kamyonê de termê 10 kesan hat dîtin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Meksîkayê  hêzên ewlekariya wî welatî di nav qaseya kamyonekê de termê 10 kesan dîtin.

Hat ragihandin ku li ser îxbarkirinê hêzên ewlekariya Meksîkayê di nav kamyoneke li pêşiya avahiya hikûmeta eyaleta Zacatecasê hatibû rawestandin lêkolîn kirine û di nav qaseya wê de termê 10 kesan dîtine.

Li gorî medyayê dibe ew kesên termê wan hatiye dîtin, di şerekî navbera çeteyên Meksîkayê de hatibin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin