Rojhilat | 700 hezar ton sêvên sarxaneyên Urmiyê neyên firotin wê bên avêtin

Rojhilat | 700 hezar ton sêvên sarxaneyên Urmiyê neyên firotin wê bên avêtin

PeyamaKurd  - Cotkariyên Rojhilatê Kurdistanê ji ber xemsarîya berpirsên rejîma Îranê nikarin berhemên xwe bifiroşin bazarên derve ku niha 700 hezar ton sêvên cotkarên Urmiyê di nav sarxaneyan de li benda firoştinê ne.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, tenê li parêzgeha Urmiyê 700 hezar ton di nav sarxaneyan de ne û heger neyên firotin tenê du meh mane ew sêv xera bibin û bên avêtin.

Salane li parêzgeha Urmiyê bi nirxa zêdetir ji 10 hezar milyar Tumen sêv dibin qurbaniyê bêbernamebûna rejîma Îranê ya firotina sêvan û ev jî bûye sedame xisareke mezin li ser cotkaran û aboriya parêzgehê.

Li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê salane zêdetirî 1 milyon û 200 hezar ton sêv têne berhemanîn ku di çend salên dawî de, ji ber nebûna bernameyeke firotinê ya rejîma Îranê beşek zêde ji wan sêvan têne avêtin û xisareke mezin li ser cotkaran çêdibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin