PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi wezîrê karên derve yê Ûkraynayê bi Dmitro Kuleba re bi rêya telefonê axifî û got eger Ûkrayna ne li ser masê be nabe di derbarê Ûkrayna de bi Rûsya re biaxifin. Ragihandina axaftina telefonê ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ji aliyê Ned Price de hat kirin. Price weha got:
“Wezîr Blinken dubare kir ku Amerîka li hemberê êrîşkeriya Rûsyayê serxwebûn, hukumranî û yekîtiya axa Ûkraynayê diparêze. Her dû wezîr li ser bersivên ku Rûsya leşkerên xwe li ser sînorên ÛKraynayê kom kirine wê çi bersivan bidin û tevgerên dîplomatîk yên bi Rûsya re wê çi bin axifîn.”
Dîplomatên Rûsya û Amerîkayê, wê di dawiya vê mehê de, di civînên Amerîka-Rûsya yên Diyaloga Stratejîk yên Îstîqrarî de werin cem hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin